Şev ji rengê te vala
Heyv tarî ye
Wek roja diçe ava
Maye ser rih û canêm
Cihê xema te
ez dimirim bê te yar
Ka hatina te
Çûm yar bi xatira te
Derdê min her bêtebat e
Ez dimirim her dem
Ji nebûna te
Ez bûm penaber
Bi barek keser
navê min wendaye
nizanî ev dilê min mîna deryaye
Derya dûr li te
Çi bê heval e
Bêdeng û lal e
dinya çi sar e
Çavên te wekî esman
Teyrek bêper im
Êxsîrê dem û devran
Êdî gehiştina te
Dûr û mehal e
Çîroka evîna me
Xemgîn Û tal e
Çûm yar bi xatira te
Derdê min her bêtebat e
Ez dimirim her dem
Ji nebûna te
Ez bûm penaber
Bi barek keser
navê min wendaye
nizanî ev dilê min mîna deryaye
Derya dûr li te
Çi bê heval e
Bêdeng û lal e
dinya çi sar e
نظرات کاربران
0 نظر